HESKÎF DI ROJEVA MEDYA NORWÊC Û DENÎMARKAYÊ DE YE

Li bajarê Heskîfê yê qedîm herî dawî gor jî hatin rakirin.
Piştî ku av li Bendava Ilisûyê kom bû wê Heskîf bi temamî di nava avê de bimîne.
Niha jî Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye.

Medya Norwêc û Danîmarkayê pêvajoya binavkirina Heskîfê bi sernavên “Têkoşîna zehmet” û “Tirkiye bajarê Kurdan di nava avê de dihêle” gihand raya giştî.

Yek ji rojnameyên rojane yên Norwêcê ‘ABC Nyheter’ der barê girîngiya Heskîfê ji bo mîrateya çanda dinyayê gotarek weşand.

Tê de hat diyar kirin, ku Heskîf yek ji kevntirîn warê bicihbûnê yên dinyayê ye û li qiraxa Çemê Dîcleyê ku dergûşa şaristaniyê ye beriya 12 hezar salî hatiye avakirin.

Her wiha di gotarê de hat destnîşan kirin Heskîf heta niha karîbû xwe biparêze, piştî ku av li Bendava Ilisûyê kom bû wê bi temamî talan bibe.

Di rojnameya The Guardian, Deutsche Welle û National Geographic jî hat weşandin ku Heskîf weke çavkanî hatiye nîşandan û dewleta Tirk hate rexnekirin ku vî bajarê dîrokî tine dike.

Her wiha di rojnameyê de têkoşîna gelê herêmê, aktîvîstên hawirdorê û HDP’ê ya ji bo parastina Heskîfê hate bibîrxistin.
.

Leave a Reply

Back to top button