Corona..li Amerîka, 1920 kesên din jî jiyana xwe ji dest da

Amerîka êdî ji ber vîrûsa Coronayê dinale û duh êvarî dîsa bîlançoyek mezin tomar kir, ku di nava 24 saetên dawî de, hezar û 920 kesan jiyana xwe ji dest da.

Înê jî, mirina 2 hezar û 108 kesan ji ber vîrûsê hatibû tomarkirin.

Heya niha, ya herî zerer ji Coronayê dîtiye, Amerîka ye, ku jimara nexweşan 20 hezar derbas kir.

Pisporên tenduristiya giştî jî ji vê rewşê hişyar kir, ku eger bendên xweparastinê yên spandî werin rakirin, wê jimara miriyan bi mehên Havînê re bigihêje 200 hezarî.

Li Îtalya jî, rewş ji ya Amerîkayê ne çêtir e û heya niha 19 hezar û 468 qurban danîne.

Back to top button