Corona..Li Kerkûkê kesekî din jiyana xwe ji dest da 

Roj bi roj qurbanên vîrûsa Corona li seranserî cîhanê bêhtir dibin. Li Kurdistanê jî heman rewş e û herî dawî li başûrê welêt, kesekî din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî di nava 24 saetên dawî de, 125 kes mirin.

Rêveberê Tenduristiya Kerkûkê Ziyad Xelef ragihand ku, kesekî 65 salî li nexweşxaneya Navenda Çareseriya Coronayê, jiyana xwe ji dest da.

Heya niha, 23 kes li Kerkûkê bi vîrûsê ketine, ji wan 10 kes rehet bûne û 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Başûrê Kurdistanê, 5 kesên din bi Corona ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê jî, 5 rewşên nû ragihand.

Bi vî awayî, li seranserî herêmê, jimara kesên bi vîrûsa Coronayê ketine, gihîştiye 330 kesan, ji nava wan jî 5 kes mirine û 134 kes baş bûne

Li Iraqê, 51 kes ji vîrûsê rehet bûne

Her wiha, duh di saetên êvarê de Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, bîlançoya dawî ya vîrûsê eşkere kir.

Wezaretê ragihand ku, di nava 24 saetên dawî de, li Iraqê 39 kesên din bi vîrûsê ketine û 51 nexweş jî ji vîrûsê rehet bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî ku kesekî li Bexdayê jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê, li seranserê Iraqî, jimara kesên bi virûsê ketine bû hezar û 318, ji wan 72 kesan jiyana xwe ji dest daye û 601 kes jî ji vîrûsê rehet bûne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 95 kes mirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî di 24 saetên dawî de, 95 kes mirin.

Li gorî rayedarên dewleta Tirk, li Tirkiye jimara kesên di mehekê de ji ber vîrûsê mirine bû hezar û 101.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 125 kes mirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, jimarek mezin a qurbanên vîrûsê hat tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku, di 24 saetên borî de, 125 kes bûn qurban.

Wezaretê eşkere kir ku bi vê yekê, jimara giştî ya nexweşên Corona li Îranê, gihaşt 70 hezarî, ji wan 4 hezar û 357 kesî jiyana xwe ji dest daye û 41 hezar û 947 kes jî ji vîrûsê rehet bûne.

Back to top button