Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê destwerdanên derve yên li herêmê û hewldanên derxistina fitneyê red kirin û piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re eşkere kirin.
Şêx û rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê hewldanên derxistina fitneyê li herêmê şermezar kirin.
Daxuyanî bi beşdariya nûnerên meclisên herêmê û saziyên sivîl li pêş avahiya şaredariya gel a li Hecînê hate dayîn.
Hevserokê Meclisa Meraşide ya bajarokê Ll-Sose Es’ed El Dexîl daxuyanî xwend û got:
Ew baş dizanin rejîm fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de derdixe, bi taybet di nava Kurd û Ereban de, lê bila baş bizane Kurd û Ereb yekin.
Rûspiyên Dêrazorê piştgiriya QSD’ê dikin û piştgiriyê didin tevgera li Siwêda û şêniyên wê ku mafên xwe pêk bînin.
Di dawiyê hate diyar kirin ku ew nahêlin tu aliyek bi yekîtiya neteweyî û hevgirtina civakî ya gelên herêmê bilîze û dê li hember van hewldanan derkevin.