Li bajarê Serêkaniya Dagirkirî, di navbera komên çete yên Tirkiyê de şerekî dijwar qewimî.
Di encamê de zarokek hat kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Hat ragihandina li kolana Kenais, kolana Ehmed Kan û taxa Xerabat çete û komên din bi çekên giran bi hev ketin.
Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbû, zarokek hate qetilkirin û di nav de zarok û jin, birîndar bûn.
Hat diyarkirin ji her du aliyan zêdeyî 10 kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Di encama şer û pevçûnan de 5 erebeyên leşkerî û çekên giran hatin rûxandin.
Hat ragihandin ji bo sekinandina şer hêzên dewleta Tirk destwerdan kirin.
Xelkê Serêkaniyê dan zanîn ji ber rewşa şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker ew di nava metirsiyê de ne.