Li Bajarê SerêKaniya Dagirkirî, di navbera Eşîreya El Quran û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ji sibeha ve şer derketiye.
Di encama vî şerî de, ku li piraniya Taxên Serêkaniyê ye, jinek û zarokek di nav de 3 kes ji eşîreya El Quran hatin kuştin.
Girupên çeteyên dagirkeriya Tirk yên bi navê Hemzat êriş birin ser mal û cihên Eşîreyê.
Di şer de çekên sivik û navîn hatin bikaranîn.
Di şer de jin û zarok di nav de 3 kes hatin kuştin
Wesayitên zirxî û doşka yên çeteyan ji aliyê eşîreyê ve hatin şewtandin.
Gor agahiyan ji çeteyan kuştî û birîndar hene..