Leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê-Bakur ciwanek kuşt

Li gundekî Dirbêsiyê, ciwanek ji ber Îşkenceya Cendirmeyên Tirk, kuştî hat dîtin.

Şevê din li nêzî gundê Aliyê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê, ciwanekî sivîl dema dixwest derbasî bakûrê kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ya dagirker ve hat giritin.

Ji ber lêdanê û êşkenceya giran a dagirkeran ciwan jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku hat kuştin, leşkerên dewleta Tirk cenazeya wî avêtin milê Rojava.

Gor agahiyan navê wî ciwanî, Mesûd Naso ye û ew bi xwe ji xelkê Serêkaniyê ye.

Hêjayî gotinê ye ku pêr êvarê jî dema 4 ciwanan dixwestin ji Dirbêsîyê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin, 2 ji wan ji aliyê leşkerên Tirk hatin girtin û êşkence li wan hat kirin.

Hatibû ragihandin her du ciwanên din jî winda bûn û aqûbeta wan ne diyar bû.

Du ciwan li sînorê Dirbêsiyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin

Back to top button