Iraq..Li qada Xilanî 3 xwepêşandêr birîndar bûn

Li Iraqê di nava aloziya siyasî û aborî de, Serokwezîr Mihemed Tewfîq Elawî xwe ji bo eşkerekirina pêkhateya hikûmeta nû amade dike.

Bi hezaran Iraqiyên ku Elawî û hikûmeta wî qebûl nakin xwepêşandan lidar xistin û 3 xwepêşandêr birîndar bûn.

Hin alî dibêjin wê hikûmeta Elawî baweriyê bidest bixe û hin jî dibêjin, bê erêkirina Kurdan bidestxistina baweriyê, zehmet e.

Li Iraqê xwepêşandanên ku di dawiya 2019’an de destpê kirin, dewam dikin.

Îro bi hezaran xwepêşandêr li Qada Tehrîr a li navenda Bexdayê li hev kom bûn.

Aloziya li Qada Xilanî jî didome.

Li qadê di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê de şer derket. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li bajarê Hille jî bi hezaran xwendekar ji bo piştgiriya xwepêşandêran, daketin qadan.

Ev xwepêşandan di wextekê de tên ku parlementoya Iraqê xwe ji bo rûniştina roja duşemê ku wê tê de Elawî pêkhateya hikûmeta xwe, eşkere bike.

Lê Xwepêşandêr hikûmeta ku dê Elawî ava bike naxwazin u dibêjin ku Ewlawî jî yek ji endamên desthilata heyî ye.

TEVGERA SEDIR: WÊ HIKÛMETA ELAWÎ BAWERIYÊ BI DEST BIXE

Girêdayî mijarê Parlementerê Tevgera Sedir Xayib El-Umêrî diyar kir ku eger tiştekî nû dernekeve, wê hikûmeta Elawî bi piraniya dengan, baweriyê bi dest bixe.

El-Umêrî da xuyakirin ku tevî nerazîbûna Sunî û Kurdan jî, lê çareserî xuya dike.

Mihemed Tewfîq Elawî roja çarşemê ragihandibû ku pêkhateya hikûmeta wî ya ku tenê siyasetmedar û kesên serbixwe tê de cih digrin, amade ye û ji parlementoyê xwest ku roja duşemê di civîneke awarte de, baweriyê bidin hikûmeta wî.

“BÊ ERÊKIRINA KURDAN Û SEROKÊ PARLEMENTOYÊ, BIDESTXISTINA BAWERIYÊ ZEHMET E”

Her wiha koalisyona hêzên Iraqî ya bi serokatiya Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî, ragihandibû ku divê li şûna Elawî kesekî din were erkdarkirin.

Li gorî çavkaniyê Skynews zehmete ku hikûmeta Elawî bê erêkirina Kurdan û serokê Parlementoyê, baweriyê bi dest bixe.

Heman çavkaniyê ragihand ku Serokê parlementoyê Mihemed El-Helbûsî ji Iraqê derketiye û heta ku Elawî neyê guhertin, ewê venegere.

Back to top button