Vîrûsa Corona sînoran dişkîne û 2 hezar û 247 kesan dike qurbanî

Metirsiya li ser cihanê, Vîrosa Corona belav dibe.

Êdî vîros li ber derî ye.

Bi zêdekirina jimara qurbaniyên xwe re vîros jimara qurbaniyên xwe li Îranê zêde dike, û derbasî Lûbnanê jî bû.

Heta niha ji ber vîrûsê 2 hezar û 247 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Vîrûsa Corona bê rawestan ber xwe fireh dibe.

Di heyama 3 mehan de, hejmara qurbaniyên wê gihişt 2 hezar û 247 kesî.

Li gorî daneyên nûjen, li sernserî cîhanê, hejmara nexweşên Corona gihiştiye 77 hezarî û piraniyan wan ji Çînê ne.

Vîrûs bi zêdekirina jimara qurbaniyên xwe re, bi lez li welatên nû jî belav dibe.

LI ÎRANÊ 2 KESÊN DIN YÊN BI VÎRÛSÎ KETÎ MIRIN

Saziyên tenduristiyê yên Îranê ragihand ku vîrûs derbasî 13 kes bûye û heta niha 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

LI ISRAÎLÊ VÎRÛS DERBASÎ JINEKÊ BÛ

Wezareta Tenduristiyê ya Israîlê eşkere kir ku lênêrîna ku li ser jinekê teqez kir ku ew jî bi Corona ketiye.

Ev jin jî yek ji mêvanên Keştiya Diamond Princess a ku nêzî Tokyoyê hatibû girtin, bû.

LI ÎTALYAYÊ 2 NEXWEŞÊN DIN HATIN XUYAKIRIN

Herêma Lombardy ya Îtalyayê da zanîn ku vîrûs ji kesekî gihiştiye du kesên din.

Têkildarî mijarê Endama Hikûmeta Xwecihî ya Herêma Lombardy ya Îtalyayê Julio Gallera wiha axivî:

Hevjîn û hevalekî nexweşekî vîrûs jê vegirtine û niha ew dibin çavdêriya tenduristiyê de ye.

Nexweşê yekemîn jî Corona ji hevalekî xwe yê Çînî vegirtiye.

NEXWEŞÎ WÊ BI QASÎ 0.1 XALÎ BANDORÊ LI ABORIYÊ BIKE

Wezîrê Darayî yê Fransî Bruno Le Mer daxuyand ku jana Corona dê bi qasî 0.1 bandorê li aboriya dewletê bike.

Bruno Le Mer da zanîn ku divê kirîna derman û parçeyên erebeyan ên ji Çînê kêm bibe.

BI CORONA RE BAZIRGANIYA EWROPAYÊ GEŞ DIBE

Raporeke bazirganiyê teqez kir ku tevî Corona jî, bazirganiya Ewropayê geş bûye.

Li Lûbnan û Îmaretê jî vûrîs hatiye dîtin.

Back to top button