Li herêma Besta ya Şirnexê di navbera gerîlayan û artêşa dewleta Tirk de şer qewimî, di encamê de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê ku li Şirnexê qewimî daxuyaniyek weşnad û ev agahî da:
2’ê Mijdarê li herêma Besta ya Şirnexe li qada Çiyayê Filla, di navbera gerîla û yekîneyeke artêşa Tirk a ku rastî hev hatin de, şer derket.
Di encamê de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin û yek jî brîndar bû.
4’ê Mijdarê jî balefirên dewleta tirk a dagirker Qada Gundê Guzê ya herêma Garê, derdora gundê Kanî Sarkê, Qadên Gundê Filleha û Kurojahro yên herêma Zapê bombebaran kirin.
HPG’ê ragihand ku di van êrîşan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.
FERMANDARIYA EYALETÊ YA HEFTANÎNÊ:
HÊZÊN ALÎKARIYA DEWLETA TIRK DIKIN, WÊ BIBIN HEDEFA HÊZÊN ME
Li aliyek din jî, Fermandariya Eyaleta Heftanînê daxuyaniyek weşand û ragihand ku artêşa Tirk hin cerdevan û kontrayan bi kar tîne û hewl dide xwezaya Kurdistanê talan bike.
Fermandariyê ev kes hişyar kirin û got:
Kesên bi dewleta Tirk re dibin alîkar wê bibin hedef.
Divê kes nekeve xefikan û bi baldarî tevbigere.