Mihemed Îsa: Ji ber dudiliya Şamê bi beşdarkirina Îranê ve dixwazin hevdîtinên Tirkiyê û Şamê bibin serî

​​​​​​​Nivîskar û siyasetmendarê Sûrî Mihemed Îsa diyar kir Tirkiye dixwaze Îran beşdarî sazkirina biryara Sûrî bike da ku dawî li dudiliya di meylên siyasî yên Sûrî de bîne.Mihemed Îsa dibêje Rûsya dixwaze Tirkiye, Îran û Hikûmeta Şamê li dijî Amerîka karbîne û da ku bikaribe planên xwe yên Sûrî de encam bigre.

Di 28’ê Kanûna 2022’an de, wezîrên parastinê yê dewleta Tirk û yê Rûsya û yê hikumeta Şamê civiyan.

Îran ji bo vê civînê nehat vexwendin. Gelekan ev gav wekî paşguhkirina Îranê wesifand.

Di rojên dawîn de ji aliyê Rûsya û Tirkiyeyê ve daxuyanî hatin dayîn ku pêwîste Îran di hewldanên nêzîkkirina Şam û Enqereyê de were beşdarkirin.

Têkildarî guhertina di helwesta Rûsya û Tirkiye de, nivîskar û siyasetmendarê sûrî Mihemed Îsa ji ajansa Hawarê re axivî.

Mihemed Îsa anî ziman ku Tirkiye dixwaze Îran beşdarî sazkirina biryara Sûrî bike da ku dawî li dudiliya di meylên siyasî yên Sûrî de bîne.

Mihemed Îsa got:

“Dudiliya Sûrî ji tirs û nebaweriya bi Erdogan û siyasetên wê tê. Ev yek di daxuyaniyên berpirsên sûrî de eşkere bû.

Dudiliya sûrî dikeve çarçoveya nêrînên redkirin an jî gumanên alîgirên hikumeta Şamê yên li ser Erdogan û siyasetên wê.

Her kes dizane ku sedema tevahî trajediya li Sûriyeyê ji aliyê Erdogan ve û siyasetên wî ya osmaniya nû û îslamperstî ye.

Erdogan bi vê yekê dixwaze projeya xwe ya bi navê xîlafeta osmanî ya îslamî li ser hesabê sûriyan û dewleta Sûriye bi cih bîne.”

“Rûsya naxwaze hegemonya Îranê li Sûrî firehtir bibe”

Nivîskar û siyasetmedarê Sûrî, diyar kir ku Rûsya û Îsraîl naxwazin di dosya Sûrî de destê Îranê xurt be û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Rûsya naxwaze hegemonya Îranê li ser hesabê rola wê firehtir bibe nexasim ku ew bi şerê li Ukraynayê re mijul e. Ya duyem Îsraîl e.

Ji bo wê destpêk Îranê beşdarî hevdîtinan nekirin, lê dema dîtin hevdîtin nameşe vê carê biryara xwe gûhertin.”

“Rûsya dixwaze Tirkiyê li dijî Amerîkayê bikarbîne”

Li gorî Mihemed Îsa Rûsya dê nakokiyên Tirkiyê û Amerîkayê li Sûriyê bi kar bîne û nirxandinên xwe wiha bidawî kir:

“Rûsya wê hewl bidin nakokiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de, li ser xaka Sûriyê, karbîne.

Û bikaribe her sê dewletên Astanayê li hember siyaseta Amerîkayê bîne gel hev.”

Back to top button