“Bi tecrîdê xwestin pêşî li projeya Rêber Ocelan bigrin”

Çalakî û bangên ji bo rakirina Tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan berdewamin.
Endama Înîsiyatîfa Nûn Erwa Ehmed Salih diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî têkbirina fikrê projeya xwişk û biratiya gelan bû..
Hevseroka Encumena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî jî diyar kir ku bi bilindkirina têkoşînê li dijî komployê dibin.

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, dikeve sala 25’an.

Endama Înîsiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Erwa Ehmed Salih derbarê vê yekê axivî..

Erwa Ehmed Salih diyar kir ku yek ji sedemên komploya navneteweyî tirsa ji fikir û felsefeya Ocalan bû û got:

“Bi zext û zora komployê xwestin ku pêşî li fikir û projeyên Rêber Abdullah Ocalan bigirin.”

Erwa Ehmed Salih anî ziman ku modernîteya kapîtalîst ji bo têkbirina projeya Rêber Ocalan komplo pêk anî û got:

“Bi hêz û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan gelek pîlanên komployê hatin têkbirin. ”

“Di riya komplo re xwestin doza Kurd tune bikin “

Hevseroka Encumena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî jî bi heman armancê axivî..

Fewziya Ebdî diyar kir ku komploya li dijî Rêber Ocelan pêk hat li dijî gelê kurd teva bû ..

Fewziya da zanîn ku bi vê komployê re xwestin di şexsê Rêber Apo de doza Kurd tune bikin.

“Ew bi xwe zagonên xwe binpê dikin “

Fewziya Ebdî tekez kir ku lazime saziyên mafên mirovan taybet CPT li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe ..

Back to top button