“Projeya Rêber Apo ji bo azadiya Kurd û gelên bindest e”

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:Projeya Rêber Ocalan ji bo azadiya Kurd û gelane.
24 salin birêz Ocalan di girtîgehê de ye.
Tecrîdkirina wî ne tecrîdkirina kesekî ye
Ya hemû kurdan e, ya mirovahiyê ye.

Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî derbarê hevdîtina xwe ya li gel Rêber Ocalan re ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Mihemed Emîn Pêncwênî diyar kir ku tecrîdkirina Rêber Ocalan ya hemû gelê kurd e û evnirxandin kir:

“Projeya Rêber Ocalan ji bo azadiya Kurd û gelên bindest e.
24 salin birêz Ocalan di girtîgehê de ye.
Tecrîdkirina wî ne tecrîdkirina kesekî ye
Ya hemû kurdan e, ya mirovahiyê ye.
Astengkirina projeya wî ya ku Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn belav kiriye.
Ev proje ji bo azadiya gelên bindest, ji wana jî gelê Kurde e.”

Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd diyar kir ku dagirkerên kurdistanê îro welat û nîştiman, dewlemendiya serxak û binxaka welat talandikin têkoşîna Rêber Ocalan li hember vê ye.

Mihemed Emîn Pêncwênî dazanîn ku Rêber Ocalan bi şêwaz û fikrê xwe hişmendiya siyasî ya ku di nava hêz û rêxistinên kurdan de hebû, guherî û şêwazek nû derxist pêş.

Mihemed Emîn Pêncwênî: Rêber Apo xwedî jiyaneke bi dûzen û disiplîn bû

Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî dema serdan Rêber APO dike wiha behsa taybetmendiyên Rêber Opo dike:

“Abdullah Ocalan dizanî ku Kurdistan bi çavkaniyên xwe yên xwezayî pir dewlemende ku pêwîstiya hemû mirovahiyê pê heye.
Kesayeta Rêber Ocalan kesayetek azad bû, ev bend di milê wî de nebûn.
Rêber Ocalan kesayetek bi karîzma û bihêz bû.
Kesek bi plan û bi disiplîn bû. Sibehan dema ji xew radibû, bernameya xwe ya nava rojê diyar dikir.
Dizanî ka wê ji saet çend heta çendê here perwerdê bide.
Dizanî ka wê kengî here cihê xwe, kengî bixwêne, kengî guh bide nûçeyan yanî hertişta dikir bi plankirî dikir.
Vê taybetmendiya wê dihişt ku kesên derdora wê jî bi disiplîn û plankirî tevbigerin.”

Back to top button