Li herêma Sahelê ger tevdîr neyên girtin 30 milyon kes wê birçî bimênin

Ger bi lezgînî tevdîr neyên girtin li herêma Sahelê ya Afrîkayê bi qasî 30 milyon mirov wê birçî bimînin. Ev yek jî wê herî zêde bandorê li ser zarokan bike.

Krîza li herêma Sahelê ya Efrîkayê ji ber hêla Covîd-19’ê jî girantir dibe.

Di konferansa ku wê ji hêla Tora Pêşîlêgirtina Krîzên Zad (RPCA) ve were destpêkirin û du rojan bidome, wê krîza Gola Çadê û derdora wê were nirxandin.

Herêmeke dî ya ku wê li konferanê were nirxandin herêma Sahelê ye ku Afrîkayê ji hêla rojhilat û rojava ve dike du beş.

Li gorî analîza RPCA’yê ku Rêxistina Hevkariya Aborî û Rabûnê (OECD) alîkariyê dide krîza zad ya li Sahelê wê bandora xwe bi ser bi dehan milyon mirovî bike.

Ger alîkariya mirovî negihije ber destê wan heta Hezîran-Tebaxê wê bandorê bi kêmanî li ser 27 milyon mirovî bike.

Di daneyên UNICEF’ê de diyar dike ku krîza zad wê herî zêde bandorê li ser nêzî 2 milyon zarokî bibe.

Krîza zad herî zêde wê li eyaletên bakur-rojhilat ê Nîjerya, herêma Sahelê li Burkîna Faso, Malî û Nîjerê jî krîz pir giran be.

Back to top button