Li Efrînê çeteyan 3 wealtî ji navçeyên Raco û Mabata revandin

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin. Çeteyan 3 welatîyên din ji navçeyên Efrînê revandin. Li navçeya Şera û Mabata jî agir bi daristanan xistin.

Sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê her ku diçe zêde dibe.

Çeteyên dewleta Tirk her dawî 3 welatî ji navçeyên Mabata û Raco revandin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Ismaîl Henan yê ji gundê Raca ê navçeya Mabata revand.

Çeteyan ji bo berdana Mihemed 10 hezar dolar ji malbata wî xwest.

Li gundê Qere Baba yê navçeya Raco jî çeteyan welatiyê bi navê Ziyad Izet Bekir revand.

Her wiha ji heman gundî kesê bi navê Selam Elî Muxtar jî revandin.

Kesên hatine revandin heta niha aqûbeta wan ne diyar e .

Li aliyekî din, dagirkeran 11 meh cezayê zindanjê li kesê bi navê Mehmûd Mihemed Xêr Fawaz ku li Efrînê hatiye bicihkirin birîn.

Li gorî Rêxisitna Mafên Mirova a Efrînê, cezayê zindanê bi tawana ku Mehmûd heqaret li koma bi navê Artêşa Niştiman ya Sûrî kiriye, hatiye birîn,

Çeteyan navçeya Şera û Mabata agir bi daristanan xist

Çeteyên dagirkeirya Tirk sûcên bermaberî xwezaya Efrînê jî dewam dikin.

Çeteyan herî dawî agir bi daristana Gundê Satiya ya navçeya Mabata xist û di encamê de 5 donem erdê daristan şewitîn.

Dagirkeran li Gundê Barafa yê navçeya Şera jî agir bi daristana gund xistin û di encamê de gelek dar şewitîn.

Back to top button