Li Efrînê çeteyan di nava vê hefteyê de 3 welatî êşkence kir

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê her diçe zêde dibin. Çeteyan bi hincêtên bêbingeh êşkence li 3 welatîyan kir.Çeteyan li gundê Stêr yê bi ser navenda Efrînê 90 darên zeytûnê birîn

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.

Li gorî Malpera Efrîn Post, çeteyan êşkence li welatiyê bi navê Ziyad Xelîl ku li taxa Eşrefiyê dimîne kir.

Çeteyan hewl da mala Ziyad desteser bikin, dema red kir çeteyan êşkence lê kirin.

Beriya wê jî çeteyên ku navê polîsa leşkerî li xwe dikin, êşkence li welatiyê bi navê Ebû Şukrî yê ji navçeya Raco kir.

Di 30 nîsanê de jî çeteyan êşkence li welatiyê bi navê Mihemed Cemîl yê li navçeya Cindirêsê kir.

Çeteyan boriyê avê yê stasyona nebî Hûrî dizîn

Li navçeya Bilbilê jî , çeteyan boriyên avê yên stasyona Nebî Hûrî dizîn û firotin .

Di encama vê yekê de av li ser gundên navçeyê qut bû.

Çeteyan 90 dar li gundê Stêr yê bi ser navenda Efrînê ve birîn

Hat ragihandin çeteyan li gundê Stêr yê bi ser navenda Efrînê jî 90 darên zeytûnê birîn.

Komên çete li Cindirêsê roja cejnê şer kirin

Li aliyekî din, ji ber şerê di navbera çeteyan de nearamî û tevlihevî li Efrîna dagirkirî serwer e.

Di roja yekem ya cejinê de, çete li navçeya Cindirêsê bi çekên giran şerkirin.

Di encamê de tirs û xof di nava welatiyên navçeyê de ku di roja cejinê de li kolanan bûn, belav kirin.

Çeteyan di meha Nîsanê de 41 wealtî revandin, 900 dar birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê binpêkirinên çeteyan li Efrînê ya meha nîsanê eşkere kir.

Li gorî hatiye belgekirin çeteyan di meh nîsanê

41 welaî revandin.

Di encama şer û pevçûnên di navbera çeteyan de welatiyek jiyana xwe ji dest da.

zêdetirî 900 dar birîn.

Avahiyeke nû ya mêtîngeriyê li navçeya Şera hate avakirin.

 

Back to top button