Generalê Amerîkî: Gihiştina Tirkya petrola Lîbyayê, wê encamên neyînî li dijî Amerîkayê bîne

Generalekî Amerîkî, destnîşan kir ku şandina dewleta Tirk a hêzan ji Lîbyayê re, gefên mezin li aloziya heyî dixwe û piştrast kir ku gihîştina Rûsyayê ya petrola Lîbyayê, wê encamên neyînî li dijî Amerîkayê bîne.

Li gorî malpera El-Monitor, generalê Amerîkî Stephen Townsend ê li Afrîkayê di daxuyaniya xwe ya ji bo kongresa Amerîka şandî de wiha dibêje:

“Şerê bênavber li Lîbyayê, civaka navdewletî bê hêz kiriye, ku ti pêşketinên rastîn ber bi çareseriyek siyasî pêk nayê.”

Stephen Townsend destnîşan kir ku şandina dewleta Tirk a hêz û alavan ji bo Lîbyayê, gefên mezin li ser gurkirina şer dixwe.

Townsend teqez kir ku gihîştina Rûsyayê ya baregehên petrol û leşkerî, wê encamên neyînî ji Amerîka û NATO’yê re bîne.

Generalê Amerîkî, anî ziman ku Rûsya her tim hewl dide berjewendiyên xwe li ser hesabê Afrîkiyan pêk bîne û mohra xwe ya leşkerî bi awayekî berfireh li ser asta cîhanê bide.

Back to top button