Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî hişyarî da ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê xwe rêxistin bikin

Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî, hişyarî da ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê bi serkêşiya serçeteyekî nû xwe rêxistin dikin. NY hişyarî li ser kedên hevpar ên DAIŞ’ê û El-Qaîdeyê li rojavayê Afrîkayê da.

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê metirsiya jinûve vegera çeteyên DAIŞ’ê raporek belav kir.

Li gorî raporê, DAIŞ’ê piştî têkçûnê, xwe ji nûve li Sûrî û Iraqê komî ser hev dike.

Bivê armancê jî êrîşên xwe zêdekirine û plan dike ku çeteyên girtî ji girtîgehan birevîne.

Netewên Yekbûyî bîr xist ku DAIŞ’ê ji rewşa lawaz ya li herdû welatan, sûdê dibîne.

Li gorî nirxandinên dewletên endam ên Meclisa Ewlehiyê, hîna 100 milyon dolar di xezîneya DAIŞ’ê de heye.

Netewên Yekbûyî dest nîşan kir ku sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de ne zêde bi ewle ye, ev jî dihelê çete bi rehetî di navbera herdû welatan de tevbigerin.

Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî:
Êrîşên Tirkiyê hişt ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê û Dêra Zorê çalak bibin

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî balkişand li ser piştî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li rojhilatê Firatê û wiha got:

Van êrîşan hişt ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê û Dêra Zorê çalak bibin.

Her weha êrîşên li dijî hêzên Koalîsyona navnetewî û hevalbendên wê zêde bûn.

Raporê eşkere kir ku fermandarê nû yê DAIŞ’ê, Serçete Mihemed Seîd Abdurehman Mihemed El-Mewla ye ku cîgirê Ebû Bekir El-Bexdadî bû, lê hîna ev agahî nehatiye piştrastkirin.

Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî:
Biryara Trumpa ya sivikirina hêzan li Sûriyê xeteriyek mezin bi xwe re anî

Raporê îşaret bi biryara Trumpa ya sivikirina hêzên xwe li Sûriyê jî kir û got:

Vê biryarê xeteriyek mezin bi xwe re anî. Taybet derbarê revanda bi hezaran çeteyên li cem QSD’ê girtî.

Di rapora NY’yê de hişyarî tê dayîn ku girtîgehên jinan jî veguherin girtîgehên tundiyê.

Netewên Yekbûyî bîr xist ku tevî lawazbûna binesaziya niha ya DAIŞ’ê, lê xeteriya êrîşan li dijî Ewropayê heye ku ajanên berê yên pispor pêk bînin.

Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî:
5 hezar çete li parêzgeha Idlibê alîgirên El-Qaîdeyê ne

Raporê balkişand ser xeteriya koma bi navê Huras El-Dîn a alîgiriya El-Qaîdeyê û got:

Ev koma herî kêm ji 5 hezar çeteyî pêk tê û niha li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê ye.

Fermandariya vê komê niyet dike ku jinûve êrişên xwe yên derve li dijî berjewendiyên rojava û DYA’yê pêk bînin.

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dawiyê rapora xwe da zanîn ku xeteriya çeteyên biyanî hê zêdetir e.

Zêdeyî 40 hezar çete tevlî DAIŞ’ê bûne û hîna jî sax in.

Ev jî wê bibe gefeke cîhanî ku gefa DAIŞ û El-Qaîde di salên bê de derbas bike.

Back to top button