Berpirsê buroya têkiliyan a “YE” serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser kir

Berpirsê Buroya Têkiliyan a Yekitiya Ewropayê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmaniyê kir.

Berpirsê Buroya Têkiliyan a Yekitiya Ewropayê  Vince Ciao Popo ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin.

Nûnerên Rêveberiyê ji Popo re rêziknameya Rêveberiya Xweser, rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker nirxandin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku pêwîst e Yekîtiya Ewropa guhertina demografiya herêmê û sûcên şer yên Tirkiyê biseknîne û dagirkeriya wê bidawî bike.

Her du aliyan dosyaya çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û rewşa Kampa Holê jî nîqaş kirin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser bîr xistin ku barê van çeteyên tenê li ser milê Rêveberiya Xweser e. Di demekî de ku tevahiya cîhanê ji vê dosyayê berpirsyar e.

Berpirsê Buroya Têkiliyan a Yekitiya Ewropayê Popo diyar kir ku divê têkiliya navbera YE û Rêveberiya Xweser de pêşbikeve.

Popo îşaret bi fedekariya QSD’ê jî kir û dest nîşan kir ku YE ji êrîşên Tirkiyê li ser herêmê nerazî ye.

Back to top button