Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslîng: Tirkiyê fosfora spî li Bakur Sûrî bi kar aniye

Nîqaşên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslîng, bi belgeyan piştrast kir ku dewleta Tirk fosfora spî ya qedexekirî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi kar aniye.

Însiyatîfa Parastina Rojava li Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslîngê ya li Swîsreyê, bi belgeyan eşkere ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de, çeka fosfor a spî ya qedexekirî bi kar aniye.

Enstîtuya Lêkolînê nimûneyên ji şervanekî QSD’ê yê birîndar li labora-tûvarê lêkolîn kir û di encamê de raporek weşand.

Di raporê wiha hate gotin:

Di nimûneyê de ya lêkolîn li ser hate kirin, rêjeyeke bilind a fosforê hate tespîtkirin ku ji rêjeya fosforê ya normal a li mirovekî bêhtir e.

Tevî rêjeya bilind a fosforê, şewata ji ber kîmyewî nîşan dide fosfora spî hatiye bikaranîn.

ENSTÎTUYA LÎKOLÎNÊ YA WESSLÎNG
“BELGE DI DESTÊ ME DE HENE KU TIRKIYÊ FOSFORA SPÎ BI KARANIYE”

Bijîşkê bi navê Abbas Manosoûran ê Swedî ku bi aslê xwe Îranî ye ji ajansa Fratê re axivî û diyar kir ku di dema êrîşên dagîrkeriyê de wî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûrî dermankiriye û eşkere kir ku dewleta Tirk fosfora Spî û bombeyên ji madeyên kîmyawî bikaraniye.

Dr. Mansoûran destnîşan kir ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bi taybetî li Serê Kaniyê û Girê Spî bi kar aniye.

Her wiha Dr. Mansoûran bi bîr xist ku bi karanîna fosfora li dijî sivîlan binpêkirina hiqûq û qanûnên navneteweyî ye.

Doktor Mansoûran ragihand, ji ber çekên qedexekirî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bikaranîn gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan bi giranî birîndar bûn.

ENSTÎTUYA LÎKOLÎNÊ YA WESSLÎNG
RAPORA ENSTÎTYA LÎKOLÎNÊ RADESTÎ NY HATE KIRIN

Dr. Mansoûran diyar kir ku wan raporên laboratûvarê ya lêkolînên li herêmê radestî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û saziyên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî kirine.

Back to top button