“Divê qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin”

Çalakî û berxwedana li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker didomin. Îro jî li gelek deveran çalakî pêk hatin û li dijî êrişan peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn. Her wiha banga girtina qada ezmanî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hate kirin.

Li bakur û rojhilarê Sûriyê nerazîbûn û çalakiyên li dijî sûc û hovîtiya dewleta Tirk, dewam dikin.

Îro jî li gelek deveran çalakî hatin kirin, peyamên berxwedanê hate dayîn û banga girtina ezmanê herêmê hate kirin.

Piştî Eyn Îsa û Kobanê, îro şêniyên bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewlet Tirk li pêş baregeha Rûsan xwepêşandanek li dar xistin.

Li wir, bi navê Kombûna Jinên Zenûbiyayê Xûd El-Îsa daxiyaniyek da.

Xûd El-Îsa da zanîn ku bi êrişên dewleta Tirk ewlehî û aramiya herêmê tê têkbirin û tevgera terorîstan zêde dibe..

Beşdaran ji hêzên Rûs xwestin ku bi erkên xwe yên li hember binpêkirinê dewleta Tirk rabin û êrişan rawestînin..

Yekitiya Esnafan ya Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê, daxuyaniyek dan.

yaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo têk birina sîstema neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser êrişî herêmê dike.

Di dawiyê de, Rêxistinan bang li hêzên cîhanî kirin ku qada ezmanî li pêş komkujiyên ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, bigirin.

Li Dêrazorê jî Kombûna Jinên Zenûbiya daxiyaniyek dan û êrişên li ser herêmê şermezar kirin.

Di daxiyanê de bang li gelê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li dijî êrişan hevgirtî bin û li rex Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bisekinin.

Li Kobanê jî 8 partiyên civakî ên herêma Firatê li ser heman mijarê daxuyaniyek hevbeş dan.

Partiyan êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û banga girtina qada ezmanî ya herêmê kirin.

Back to top button