Kombûna Jinên Zenûbiya ji bo Jiyan Tolhildan û hevalên wê konê sersaxiyê veda

Çalakî û nerazîbûnên gelên herêmê bi taybetî ên jinan yên li dijî êrişa li ser fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan û hevalên wê dewam dikin. Îro jî li gelek deveran çalakî hebûn û careke din soza berdewam kirina têkoşînê û pêkanîna armancên şehîdan hate dayîn.

Çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî êrişa li ser her sê fermandarên YPJ’ê û şehîdxistina wan dewam dikin.

Li Tebqayê Kombûna Jinên Zenûbya ji bo her sê fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan û hevalên wê konê sersaxiyê veda.

Bi sedan welatiyên Tebqayê serdana kon kirin.

Rêvebera ofîsa Kombûna Jinên Zenûbiya li Tebqayê Nisrîn El-Elî axivî û got: “Dewleta Tirk jinên Sûrî yên ku roleke wan mezin di rizgarkirina herêman de hebû û DAIŞ têkibirin kir armanca êrişên xwe.

Ev yek binkeftina deweleta Tirk nîşan dide, lewma êrişî fermandar û rêhvalên me kir.”

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk êriş şermezar kir

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a li Qamişloyê jî bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk û êrişa li ser her sê fermandarên YPJ’ê şermezar kir.

Meclisê piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk terorî ne û got: “Êrişa li ser her sê jinên pêşeng ji bo şikandina vîna jinan û têkbirina têkoşîna wan e.”

Meclisê bang li civata navneteweyî, saziyên sivîl û rêxistinên jinan kir ku li hember van destdirêjiyan xwedî helwesteke cidî bin.

Back to top button