Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Antî Terorê Mihemed Elî bi nasnav Serbest Kobanê li goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê hat oxirkirin.
Di merasîmê de 7 şehîdên din jî hatin bibîranîn.
Bi sedan şênî û endamên rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn..
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Di merasîmê de Endama Kongreya Star Hedla Hesen û ji rêveberên meclisa malbatên şehîdan Arif Balî axivin..
Kesên axivîn êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bê navber li ser herêmê pêk tên bibîr xistin û gotin:
Têkçûna Daiş’ê li xweşiya dewleta Tirk nehat, lewma gefan li herêmê dixwe da ku tola binkeftina DAIŞ’ê hilîne.
Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hat xwendin û wesîqe radestî malbatên wan hat kirin..
7 Şehîdên ku hatin bîranîn jî ev in: Gerîlayên HPG’ê Ebdullah Hemo bi nasnav Canfeda Welat, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Hemo, şervanên QSD’ê Sitêf Îbrahîm , Mihemed Şêxo, Ebdulfetah Mihemed, Îbrahîm Ebdo û Hamid Hebeş..
Cenazeyê şehîd Mihemed Elî bi diruşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.