Roj tune ku dewleta Tirk êrişî herêmê neke..
Doh dîsa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bab û Minbicê topbaran dikin.
Artêşa dewleta Tirk doh careke din bajarokê Erîma, gundê Yalnî, Mezreya Fewaris, Qert Qêran ên Babê bi obîs û hawanan dan ber topan.
Di heman demê de gundên Mehsenlî û Ereb Hesen, Eseliyê, Camûsiyê û Seyada yên dikevin bakurê Minbicê topbaran kirin.
Bi dehan guleyên hawan li cihên sivîlan ketin.