
Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk zêde dibin. keşeyê dêra Mar Asyia EL-Hekîm a navçeya Dirbêsiyê bavê Mîxaîl Yaqûb êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Em li dijî çi destdirêjiya li ser xirstiyan û pêkhateyên din ên herêmê ne.”
Mîxaîl Yaqûb derbarê mijar ji ajansa Hawarê re axivî.
Yaqûb diyar kir ku ola xiristiyanî parêzvanên hezkirin û aştiyê ye û got:
“Çi tişta ne li gorî hezkirin û aştiyê ye li dijî xirstiyan, pêkhate û neteweyên din, tê redkirin.”
Keşê Mîxaîl Yaqûb hewldanên dagirkirina herêmê red kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Ji bo me, encîl dibêje ku hezkirin ava dike lê nefretkirin wêran dike.
Em dagirkerî û destdirêjiya li dijî me û li dijî çi pêkhateyên din şermezar dikin.”