24 penaberan karîn xwe rizgar bikin lê 2 jiyana xwe ji dest da

Keştiyeke din a penaberan li deryaya Egeyê, noqî avê bû. Tê de 26 penaber hebûn. Ji wan 24 xwe rizgar kir, lê 2 jiyana xwe ji dest da. Piştî lêgerînê cenazeyê her duyan hat dîtin. 

Li deryaya Egeyê, li peravên navçeya Ûrla ya Îzmîrê keştiyeke penaberan noqî vê bû.

Di vê keştiyê de 26 penaber hebûn.

Ji wan 24 kesan xwe rizgar kir, lê belê 2 kes winda bûn.

Piştî lêgerînê, cenazeyên herdu penaberan hatin dîtin.

Demek e li ser riya penaberiyê, gelek kesan jiyana xwe i dest daye.

Heta niha cenazeyên gelekan nehatine dîtin jî.

21’ê Kanunê, li nêzî girava Vulîgandrus a Yunanîstanê keştiyek noqî avê bû.

Tê de 70 penaber hebûn û ji wan 60 kurd bûn.

Cenazeyê 9 koçberan hate dîtin 23 kes jî wendane

Herî dawî Rêxistin Lûtke ya Karûbarên Koçberan a Başûrê Kurdistan eşkere kir di 3 keştiyên li peravên Yewnanistanê de cenazeyê 9 koçberên ji başûr hatine dîtin.

Back to top button