Li gundekî Misirê buyerek ne ji rêzê pêk hat. Malbatek ku ji 5 kesan pêk tê; bi giştî bidarvekirî hat dîtin.
Malpera El Bewabe News diyar kir ku hêzên ewlehiyê ji navenda polîsa El Rehmaniyê ya parêzgeha El Buheyra agahî girtine ku di malbatekê 5 kes bidarvekirî hatin dîtin.
Piştî agahdarkirinê, yekser endamên hêzên lêkolîn û tawanbariyê berê xwe dan cihê buyerê û mala vê malbatê dorpêç kirin.
Her wiha tîmek ji Dadweriya giştî ya El Rehmaniyê jî berê xwe da cihê buyerê û termê kesê darvekirî kontrol kirin.
Rêveberê Ewlehiya El Buheyra ji bo lêkolînkirina vê buyerê komîteyek amade kir û heta niha sedema vê bûyerê nehatiye zelalkirin.