Li Helebê akademiya HPC’ê hat vekirin

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Helebê akademiyek bi navê Şehîd Rêdûr ji bo perwerdekirina endamên xwe vekir.

HPC’ê bi merasîmekê akademiyek bi navê endamê xwe yê şehîd Rêdûr li devera Seken Şebabî ya taxa Şêxmeqsûdê vekir.

Rêveberiya HPC’ê Nesrîn Şêxo axivî û got:

“Me ev akademî vekiriye da ku endamên xwe perwerde bikin.

Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan û tevahî şehîdên azadiyê ku em ê Akademiya Şehîd Rêdûr bikin navenda perwedekirina li ser fikrê azad û neteweya demokratîk.”

Dayika şehîd Rêdûr, Henane Nesro vekirina akademiyê pîroz kir û got:

“Xwîna şehîdan vale naçe, ez kelekî kêfxweş im ku ev akademî bi navê Şehîd Rêdûr e.”

Piştre dayika şehîd Rêdûr deriyê akademiyê vekir.

Back to top button