Peymana Civakî ji bo hemû pêkhateyan modêleke başe

Demeke Peyman Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rojeva civakê de ye. Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah balkişand ser rola jinan di komîteya Peymana Civakî de û got: Weke her car jin pêşengtiya sazkirina peymanê dikin.

Ev demek e Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûrî tê sazkirin.

Li gorî tê payîn dê bi hevpeymanê şêwe û pergala rêveberiya herêmê, xebat û têkiliyên wê yên hundirîn û derve werin diyarkirin.

Li ser vê mijarê, Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî.

Semer Ebdulah eşkere kir ku dê di hevpeymanê de, mafên hemû pêkhateyan, çand,
beşdarbûna wan di pergela rêveberiyê û sazûmaniya wê de hebe.

Li gorî Semer dê bendên hevpeymanê bi gel re werin parvekirin û li ser wî bingehî rengê dawî yê reşnivîsa hevpeyamanê were derxistin.

Semer Ebdulah: Jin pêşengtiya sazkirina peymanê dikin

Semer bal kişand ser rol û misyona jinan di komîteya Hevpeymana Civakî de jî û got:

Di Hevpeymana Civakî de gelek bend hene ji bo parastina mafên jinan, wekheviya di navbera jin û mêran de.

Di hin bendan de hat diyarkirin ku kesên li dijî jinan hemû cureyên tundî û destavêtinê pêk bînin dê werin cezakirin.

Benda 41’ê jî dibêje mafê her jinê heye biryarê ji bo jiyana xwe bide.

Li gel wê di civîna dawî de jî Koordînasyona Jinan a Rêvberiya Xweser tevli Komîteya Hevpeymana Civakî bû.

Weke her carê jin di sazkirina hevpeymanê de pêşengtiyê dikin.

Back to top button