Li dijî gefên Çînê, Taywan dema leşkerî dirêj kir

Çîn bi her tevgerek xwe ya leşkerî, tirsa Taywanê zêdetir dike.
Ji ber vêyekê, Rêveberiya Taywanê di warê leşkerî de li çareseriyan digere.
Seroka Taywanê Tsai Ing-wen ragihand ku li dijî gefên artêşa Çînê xebatên neçarî yên leşkerî heta 1’ê Çileya 2024’an hat dirêjkirin.
Bi gotineke din, leşkeriya neçarî ji 4 mehan bû salekê hate dirêjkirin.

Di nava mehên dawiyê de, rêveberiya Çînê zextên xwe yên li ser Taywanê zêdekir.

Ev yek çi diwarê, abor, dîplomasî û çi ji di warê leşkerî de.

Ev sê sal in hema hema her roj li dora giravê operasyonên leşkerî pêk tîne.

Ev tevgera Pekînê ji aliyê rêveberiya Taywanê ve bi balkêşî dihat temaşkirin.

Seroka Taywanê Tsai Ing-wen da zanîn ku ev biryar bi armanca “hêzkirina kapasîteya parastinê ya giravê li hember êrîşên muhtemel ên Çînê” hatiye girtin û got;

Welatê wî aştiyê dixwaze lê pêwîst e ku bikaribe xwe biparêze.

Tsai Ing-wen di konfêranseke rojnamevanî de biryara dirêjkirina dema leşkeriya neçarî wek “bêbawer” binav kir û ev tişt anî ziman:

“Heta ku Taywan têra xwe bihêz be, wê bibe navenda demokrasî û azadiyê li seranserê cîhanê û wê nebe qada şer.”

Lîdera Taywanî bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Taywan dixwaze ji cîhanê re bêje:

Di navbera demokrasî û dîktatoriyê de, baweriya me bi demokrasiyê heye.

Di navbera şer û aştiyê de, em di aştiyê de israr dikin.

Werin em cesaret û biryardariya parastina welatê xwe û parastina demokrasiyê nîşan bidin.”

Tsai Ing-wen herwiha eşkere kir ku leşkerên welat wê mîna yên Amerîka çawa çekên bihêztir bikar tînin, di perwerdeyan re derbas bibin.

Ing-wen diyar kir ku di nav de tetbîqatên şer, mûşekên Stinger û mûşekên dijî tankan hene.

Halî hazir niha artêşa Taywanê xwedî 165 hezar leşkerî ye.

Saziya ramanê ya Taipei ya Weqfa Siyaseta Neteweyî, nirxand ku biryar wê salê 60 heta 70 hezar hêza kar a zêde li hêza profesyonel zêde bike.

Pekîn Taywanê wek xaka xwe dibîne û gelek caran daxuyaniyan dide ku divê Taywan jî di nava demê de bi axa sereke re bibe yek.

Taywana ku bi demokrasiyê tê birêvebirin, diyar dike ku tenê gelê giravê wê biryara paşeroja xwe bide.

Back to top button