Erdogan: Em ê hêzên xwe bişînin Lîbyayê

Serokê Dewleta Tirk a dagirker ragihand ku ew amade ne hêzên xwe bişînin Lîbyayê..MIX

Ev gefa Erdogan di wextekê de tê ku, lihevkirina navbera wî û hikûmeta Serac de, bi awayekî zêde li ser asta navdewletî tê rexnekirin.

Di heman axaftinê de, Erdogan diyar kir ew ê lêgerîna li gaz û petrolê li gorî lihevkirinê dewam bike û got:

“Ti dewlet nikare bêyî destûra wî li wê herêmê bigere”.

Ev yek di demekê de tê ku, hêzên Hefter bi piştgiriya Rûsya nêzîkî kontrolkirina Terabilusa Paytext dibin û Tirkiyê jî hewl dide bi her awayî rê li ber vê yekê bigire da ku lihevkirina xwe li ser lingan bihêle.

Peymana Tirkî-Lîbyayê
Yenenîstan: Divê ny peymana behra spî şermezar bike

Herwiha Yewnenîstanê ji bo li hevkirina Behra Spî ya ku di navbera Tirkî û hikûmeta El-Sirac pêk hatiye bang Neteweyên Yekbûyî kir ku peymanê şermezar bike.

Leave a Reply

Back to top button