Li Dêrazorê rewşa tenduristî hate nîqaşkirin

Bi diruşma “Li Dêrazorê tendurisî di navbera rastî û daxwazên de” Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê Dêrazorê civînek li dar xist.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, li bajarokê Mihêmîde yê li rojavayê Dêrazorê civînek li dar xist.

Endamên Meclisa partiyê ya rojavayê Dêrazorê, komîteya tenduristiyê, saziyên sivîl û gelek şênî beşdar bûn.

Di civînê de Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El Şemerî diyar kir ku aliyê tenduristiyê girîng e û got:

Divê mîna van civînan bi awayekî domdar bên lidarxistin, da ku dozên li herêmê bên nîqaşkirin û çareserî bên danîn.

Her weha beşdaran diyar kir ku divê rewşa tenduristî ya li rojavayê Dêrazorê bê başkirin û derman li navendên tenduristiyê zêde bin.

Civîn bi gelek pêşniyaran bi dawî bû, hin ji wan:

Çavdêriya li ser derman ji tevahî aliyan ve li ser dermanxane û nexweşxaneyan bê aktîfkirin.

Hevkarî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re derbarê mijara têkoşîna li dijî belavbûna dermanên hişbirê bê kirin.

Û anîna pisporiyên ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser.

Back to top button