Artêşa Iraqê: Em ji bo parastina xwepêşanderan amade ne

Serokerkanê Artêşa Iraqê Osman Elxanimî ragihand ku artêş amadeya xwepêşanderan biparêze hate ku daxwazên wan pêk tên.

Li Bexdayê wê îro bi beşdarbûna milyonan kes xwepêşandanek berfireh were lidarxistin.

Têkildarî xwepêşandana îro Serokerkanê Artêşa Iraqê Osman Elxanimî daxuyaniyek da û ragihand ku artêş amadeya xwepêşandêran biparêze hate ku daxwazên wan pêk tên.

Her çiqas bi fermî Serokwezîrê Iraqê dest ji kar berda be jî lê xwepêşandan vê yekê bes nabînin û daxwazdikin ku parlemento hilweşe û serokkomar jî îstîfa bike.

Herwiha duh Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iranê Ebdulkerîm Xelef diyar kir ku serokwezîr fermandaye ku nabe Heşdî Şebî destwerdana karûbarên ewlehiyê bike.

Li gorî daneyên nefermî heta niha di xwepêşandanên li Iraqê de ku ji meha Cotmehê ve destpêkirine 450 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button