Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn ku di encama êrîşên dagirkeriya dewlet atirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê de zêdeyî 300 zarok şehîd kirine û ev yek jî weke sûcê şer dest nîşan kir. Rêxistinê bi taybet bang li UNICEF û rêxistinên hiqûqî kir ku tenê di çarçoveya eşkerekirina rapor û şermezarkirinê de nemînin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 18’ê Adara 2018’an Efrîn dagirkirin û ji wê kêliyê ve li dijî sivîlan sûcên şer û dermirovî pêktînin.
Piştî ku bi hezaran şêniyên resen dan koçberkirin jî, dev ji kiryarên xwe berneda û herî dawî 2’ê Kanûnê li hemberî zarokên Efrînî yên li Til Rifetê komkujî pêk anî û 8 jê zarok bi giştî 10 kes şehîd bûn.
Her wiha 12 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê jî teqez kir ku Tirkiyê ji destpêka êrîş û dagirkeriyê ve zêdeyî 300 zarok kuştin û birîndarkirine.
Hiqûqnas Heyhan Elî:
Em sûcên Tirkiyê û çeteyan belge dikin û em ê bighînin aliyên têkildar
Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî jî li ser binpêkirinên dewleta tirk û êrîşên wê yên li dijî mafê mirovan axivî.
Heyhan Elî dest nîşan kir ku kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê li gorî navnetewî sûcên şer in.
Heyhan bi bîr xist ku herî zêde zarok para xwe ji van sûcan digrin û sûcên li dijî Mihmed Seydo Xelîl yê 10 salî, ferzkirina zimanê Tirkî li dibistanan û revandina ji bo xwestina fidyê weke mînak dest nîşan kir.
Heyhan Elî diyar kir ku ew sûcên Tirkiyê û çeteyên wê belge dikin da ku bighînin aliyên têkildar.
Hiqûqnas Heyhan Elî:
Divê binpêkirin werin seknandin û di çarçoveya daxuyaniyan de nemîne
Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî diyar kir ku wan sûcên dewleta tirk û çeteyên wê belge kirine û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî, bi taybet UNICEF kir ku bi lez destwerdanê bikin û tenê bidayîna raporan re sînordar nemînin.