Tevgera Tirkiyê ya li dijî axa Sûrî, binpêkirina serweriyê ye

Rûsya têkildarî gefên dewleta Tirk ên li hemberî herêmên Bakurê Sûrî helwest nîşan da. Moskova hewildana êrişê ya dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya Sûrî binav kir û got, Pêwîst e Tirkiye bi ti awayî êrişî herêmê neke.

Berdevka Wezareta Karê Derva ya Rûsyayê Maria Zakharova der barê gefên dewleta Tirk, daxuyaniyek da.

Zakharova bi bîr xist ku rewşa li Sûrî ji xwe aloz e û got;

“Bi ser de jî eger Tirkiye êriş bike, wê rewş kambaxtir bibe.

Êrişa dewleta Tirk yekser tê wateya binpêkirina serweriya Sûrî û perçekirina axa wê.

Her wiha wê hem aloziyê kûr bike û hem jî zerarê bide aramiyê.

Ji ber van sedeman pêwîst e Enqere bi tevgereke wiha ranebe.”

Back to top button