Rêveberiya Xweser 2 zarokên DAIŞ’ê yên Awisturyayî radest kirin

Rêveberiya Xweser 2 zarokên DAIŞ’ê yên Awisturyayî radestî hikumeta wan kirin.

1’ê Hezîranê şandeyek ji Awisturya serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Şande bi pêşengtiya Nûnera Wezareta karûbarên ewropî û navdewletî Dorîs Fîda Stracnir bû.

Cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Îlya şande pêşwazî kir.

Her du alî li hev civiyan û li ser gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê û rewşa koçberên li kampa nîqaş kirin.

Ebîr Îlya anî ziman eger Tirkiye êrişeke nû pêk bîne, wê aramiya li herêmê têk biçe û pêlên nû yên koçberiyê dest pê bikin.

Nûnera Awisturyayî Dorîs Fîda jî di axaftinên xwe de da zanî ew rêzê ji berdêlên ku gelê herêmê di şerê li dijî DAIŞ’ê dane digirin.

Dawiya civînê Daîreya Têkiliyên Derve 2 zarokên DAIŞ’ê yên Awisturyayî radestî şandeyê kirin.

Back to top button