Kîno Gabriêl: Pêngav me wê xeteriya DAIŞ’ê li ser herêmê bi dawî bike

Berî du rojan QSD’ê li herêma Ecîc a Dêra Zorê li dijî DAIŞ’ê pêngavek dest pê kir. Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk/QSD Kîno Gebriêl derbarê pêngava li dijî DAIŞ’ê ji televizyona me re axivî û diyar kir ku armanca wan bidawîkirina çeteyên DAIŞ’ê ye. Gebriêl anî ziman ku ev pêngav bi koordîneya Koalîsyona Navnetewî û hêzên Iraqê pêk tê.

Pêngava QSD’ê daye destpêkirin, bi beşdarbûna Asayîşê û hevkariya koalisyona navnetewî ne.

Armanca me ji vê pêngavê jî berdewamkirina têkoşîn û keda berê ya ji bo bidawîkirina çeteyên DAIŞ’ê ye.

QSD’ê bi vê pêngavê xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dawî dike.

Li ser vê bingehê, ev pêngav li herêma Ecîc ya li ser sînorê Sûrî-Iraqê dest pê kiriye.

Di vê çarçoveyê de, em bi hêzên Iraqî re jî koordîneyê dikin.

Kîno Gabriêl: Çete bi rehetî li herêma ecîc tev digerin

Zehmetiyên em di pêngavê de dikîşinin jî, xwezaya biyabanê û jimara kêm a şêniyên Ecîc e.

Ev xweza dihêle çete bi rehetî û bi hêsanî tev bigerin.

Kîno Gabriêl: Em ê pêngava xwe heta paqijkirina herêmê bi giştî bidomînin

Me demek ji bo bidawîkirina vê pêngavê diyar nekiriye.

Plana me ew e ku em herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin û hemû veşartgehên çeteyan, tunel û şaneyên li herêma Ecîc bigirin.

Her wiha hemû rêyên ku çete ji bo veguhestina çekan û hrw din bi kar tînin bigirin.

Ev pêngava me daye destpêkirin, heya herêma Ecîc bi giştî were paqijkirin, wê bi dawî bibe.

Back to top button