Yemen..Koalîsyona welatên Ereb, pergaleke parastina asmanî ya Hûsiyan rûxand

Koalîsyona welatên Ereb li Yemenê, pergaleke parastina esmanî ya Hûsiyan rûxand. Her du aliyên şerê Yemenê jî, li ser pevguhertina dîlên şer li hev kir.
Ji bo qutkirina destên Îranê li herêmê jî, Amerîka xistina Hûsiyan di lîsteya terorê de lêkolîn dike.

Koalîsyona welatên Ereb li Yemenê ragihand ku wan pergaleke parastina asmanî ya hêzên Hûsî li Sen’ayê, rûxand.

Koalîsyonê bi daxuyaniyekê teqez kir ku, karînên hêzên Hûsî, gefê li ewlekariya herêmî û ya navdewletî dixwin..

Herdu aliyên şer li ser pevguhertina dîlan li hev kir

Di heman demê de, çavkaniyeke nêzî hikumeta Yemenî diyar kir ku, hikumeta Yemenî û hêzên Hûsî, li ser pevguhertina hezar û 80 dîlên şer, li hev kir.

Li gorî heman çavkaniyê, di vê lihevkirinê de, di nav de 4 pîlot, 19 leşkerên Si’ûdî hene.

Tê zanîn, Îna borî li bajarê Montero yê Siwîsreyê, danûstandin di navbera aliyên Yemenî de dest pê kiribû.

Amerîka, xistina hêzên Hûsî di lîsteya terorê de lêkolîn dike

Ev yek di demekê de tê ku Amerîka, xistina hêzên Hûsî di lîsteya terorê de, lêkolîn dike.

Rojnameya The Washington Post ragihand ku rêveberiya Amerîkî dixwaze fişarê li ser hêzên Hûsî zêde bike, da ku destê Îranê li herêmê qut bike.

Rojnameyê da xuyakirin jî ku rêveberiya Trump, xistina Hûsiyan di lîsteya terorê de û cemidandina hesabên serkirideyên wê, her wiha sepandina cezayan li ser wê lêkolîn dike.

Back to top button