Ukrayna: Li Bahmutê şer dijwar e

Niha çavê Kîev û Moskowê li ser bajarê Bahmutê ye.
Fermandarê Ukrayna got:
Rewşa li bajarê Bahmutê hîna dijware, lê hêzên wan heta niha nehiştine ku bajar bikeve destê artêşa Rûsya.
Wezareta Parastinê ya Berîtanya jî dibêje, koma Wagner ya Rûsî piraniya herêmên bajar kontrol kiriye.

Di sala yekem a şerê li Ukrayna de bal li ser rojhilatê welat e.

Artêşa Rûsya li derdora bajarê Bahmûtê li serketinekê digere.

Lê ya diyar ev yek wê bi hêsanî pêk neyê.

Her çiqasî bi mehane bajar ji aliyê hêzên Rûsya ve hatiye dorpêçkirin jî lê heta niha serketinek ne hatiye bidestxistin.

Li gorî hesabê Telegramê yê Navenda Çapemeniya Leşkerî ya Ukraynayê, Korgeneral Oleksandr Syrsky got,

“Rewşa derdora Bahmut hîna dijwar e.

Hemû hewldanên dijmin ên ji bo girtina bajêr bi top, tank û çekên din hatin şikandin.”

Korgeneral Syrsky anî ziman ku çekdarên Koma Wagner a Rûsî ji gelek aliyan ve êrîş kirin da ku parastina leşkerên Ukraynayê bişkînin û ber bi herêmên navendî yên bajêr ve pêşve biçin.

Artêşa Ukraynayê jî roja Şemiyê piştrast kir ku 15 bajarok li herêma Bahmut ketine ber topbarana Rûsyayê.

Ev jî rewşa li herêmê a dijwar nîşan dide.

Pîlotên Ukraynî: Îro em li herêmê bibandorin

Sê helîkopterên Mi-8 li nêzî bajar êriş pêk anîbûn.

Yek ji pîlotên Ukraynî yê di vê êrişê de cihê xwe girtî ji janasa AFP’ê re got:

“Di destpêka şer de dronên me tunebûn.

Mîsyonên tevlihevtir û kêmtir bandor bûn.

Lê havînê me dest bi kirîna dronên bêçek û alavên din kir.

Îro em bi bandortir in.”

Îngilistan: Koma wagner piraniya Bahmut kontrol kiriye

Ji aliyeke din ve Wezareta Parastinê ya Berîtanyayê ragihand ku di çar rojên dawî de hêzên Koma Wagner piraniya devera Behmut xistiye bin kontrola xwe.

Hêzên Ukraynayê jî rojavayê wê kontrol kirine û pirên girîng ên ku xeta eniya li ser çemê Bahmut nîşan didin wêran kirine.

Şerê li welat salek li pey xwe hiştiye.

Ji despêka ve şerê herî dijwar li vê herêmê pêk tê.

Bi dijwariya êrişa Rûsya û parastina hêzên Ukraynî re, vî bajarî sembolek ya nîşaneyê bidest xist.

Moskow piştî çend şikestinên heta niha dixwaze li vir bi ser bikeve.

Back to top button