Îran..Duh careke din xwendekarên keç jehrî bûn

Jehrî kirina xwendekarên keç li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewame.
Duh careke din jehrîkirina keçan berdewam kir.
Lê rayedarên Îranê hewil didin rastiyan veşêrin.
Lewma îdia dikin ku ti pirsgirêkek li dibistanan nîne.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrişa bi gazên jehrî ya li dijî dibistanên keçan didome.

Heta niha herî kêm 4 xwendekar keç jiyana xwe ji dest dane.

Bi hezaran xwendekar bi jehrê ketine û rakirine nexweşxaneyan.

Duh careke din jehrîkirina keçan berdewam kir.

Ji ber jehrî bûnê gelek xwendekar rewşa wan a tendirustî xirab bû.

Lê berpirsên Wezareta Perwerdê ya Îranê îdia kirin ku ti pirsgirêkek li dibistanan nîne.

Lê derketer holê ku li gundê Bêsaran ya parêzgeha Sine bi gaza jehrî êrişê dibistaneke keçan hatiye kirin.

Rejîma Îranê nêzî 100 kes binçav kirine

Heta niha rayedarên rejîma Îranê derbarê êrişan de ti daxuyaniyek zelal nedane.

Nekarîne pêşî li êrişan bigirin.

Li gorî daxuyaniyên rejîmê, heta niha nêzî 100 kes bi vê tometê hatine binçavkirine.

Li Zanîngeha Elame ya li Tehranê jî li 30 xwendekarên ku li dijî êrişan nerazîbûn nîşan dabûn, ketina wan a zanîngehê hat qedexekirin.

Welatî li dijî bêçaretiya rejîma Îranê bihêrsin

Ev bêçaretiya rejîma Îranê ku nikare pêşî li êrişan bigire, hêrsa welatiyan zêdetir dike.

Welatî dibêjin, rejîma Îranê berpirsê sereke ya van êrişan dibînin.

Lewma çalakî û nerazîbûnên li dijî dewleta Îranê berfireh dibin.

Divê çarçoveyê de duh li Newzland, Kanada, Emrîka, Swêd, Îtalya, Fransa, Danîmarka, Elmanya û çend welatek din Kurdên Rojhilat û hemwelatiyên Îranê çalakî lidarxistin.

Di çalakiyê de jehrî kirina xwendekarên keç şermezar kirin.

Back to top button