Li Heleb û Idlibê 29 kuştî û birîndarên çeteyan û hikumetê Şamê çêbûn

Li Helebê û Idlibê di encama şerê di nava 24 seatên dawî de 29 çete û leşkerên hikumetê hatine kuştin û birîndar bûn. Li Hemayê ji ber teqîna mayînekê ji bermahiyê şer 4 kes birîndar bûn.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam êrişî nuqeteyên hêzên hikûmetê ên nêzî çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê kirin.

Di encamê de 3 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 8 leşker û çete birîndar bûn.

Duh jî di encama şerê li gundewarê rojavayê Helebê hêjmara kuştiyên çeteyan bû 3.

Li vir jî 5 leşkerên hikûemta Şamê hatinbûn kuştin û 10 jî birîndar bûbûn..

Bi giştî li Heleb û Idlibê di encama şerê di 24’seatên dawî de 29 leşkerên Hikumetê û çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Hemayê ji ber teqîna mayînekê 4 welatî birîndar bûn

Li gundê Zilîn ê li gundewarê bakurê Hemayê jî mayînek ji bermahiyên şer teqiya û 4 welatî birîndar bûn.

Li Derayê di êrşeke nenas de welatiyek birîndar bû

Dîsa çavdêriyê diyar kir ku li bajarê Senemên yê Deraayê jî di encama êrişek nenas de, sivîlek birîndar bû.

Hate diyar kirin ku hêzên Feyleqa 5’an a girêdayî hêzên hikûmetê li bajarokê El-Sehwe ya Derayê hemleyek serdegirtinê li darxist û 4 ciwan girtin.

Back to top button