Tirkiyê 250 maşîneyên piştgiriyê şand Idlibê

Hemwextî daxuyaniyên Erdogan ên mabûna li Sûriyê, piştgiriya leşkerî jî her derbasî Sûriyê dike.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, di rojekê de Tirkiyê 250 maşîne derbasî herêma Idlibê kirine.

Navendê diyar kir ku, Tirkiyê vê piştgiriyê bi riya dergehê “Kefer Losîn” re dişîne herêma bi navê “Kêmşer”.

Li gorî wê, di nav de bi dehan Tank, bi sedan erebeyên leşkerî û lojistî di nava vî karwanî de hebûn.

Her wiha destnîşan kir ku, li kêleka van çekan, Tirkiyê cara yekem radar jî şandine heman herêmê.

Bi vê yekê û di nava 5 rojan de, Dewleta Tirk 850 maşîneyên piştgiriyê ji bo komên xwe yên çete şandine.

Back to top button