DYA û Yûnanîstan rewşa dawî ya li herêmê nirxandin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Yûnanîstan têkildarî rewşa Rojhilatê Derya Spî û Qibrisê axivîn. Aliyan teqezî li ser hevkariya navbera herdu welatan de kir.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê DYA Jake Sullivan û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Yûnanîstanê Thanos Dokos peywendiyek telefonî encam dan.

Di peywendiya aliyan de rojeva sereke Rojhilatê Derya Spî, têkliyên navbera Tirkiye û Yûnanîstan, Qibris û têkliyên dûalî bûn.

Berdevka Konseya Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî Emily Horne di daxuyaniya nivîskî ya weşandî de got, Sullivan û Dokos peywendiyek telefonî encam dane.

Di peywendiyê de, Sullivan tevî hevkariya parastinê ya navbera herdû welatan de keyfxweşiya xwe anî ziman.

Horne diyar kir ku Sullivan ji hempîşeyê xwe re aniye ziman ku bi rêveberiya Biden re wê ev têklî hîn zêdetir were xurtkirin.

Alî li ser girîngiya Rojhilatê Derya Spî axivîn.

Sullivan keyfxweşiya xwe ya ji danustandinên navbera Yûnanîstan û Tirkiyê anî ziman.

Ji bo Qibrisê ku weke herême du alî ya bi şêwazê federasyon ku bikarin werin gel hev, piştevaniya xebatên NY dikin.

Back to top button