Gerîla li qada Zendûra a Metîna li dagirkeran xist

Gerîla bi berxwedaneke mezin bersiva êrîşên li ser başûrê Kurdistanê dide.
Gerîlayan li Qada Zendûra ya Metînayê li leşkerên Tirk ên dagirker xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di 5’ê Hezîranê de dagirkeran tevî kûçikekî ku kamera li serê wî gerandibûn xwestin têkevin çeperên şer ên li qada Zendûra ya Metînayê.

Hat diyar kirin di vê çalakiyê de li dagirkeran hate xistin û dagirker neçar man ku vegerin.

HPG’ê da zanîn 4’ê Hezîranê bi helîkopterên êrîşê herêmên Zap û Avaşînê hatine bombebarankirin.

Hat diyar kirin di van bombebaranan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button