Şevê din di seat 7’an komek ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan êrişî gundê Til Enab yê Şehbayê bikin. Hêzên Rizgariya Efrînê HRE bersiva çeteyan da û hewldana êrişê hat têkbirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê HRE li ser mijarê li ser malpera xwe ya Tiwîtterê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 15’ê Adarê de, êvarê seat 07:15’an komeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hewl da êrişî gundê Til Anab ê herêma Şehbayê bikin.
Hêzên me bersiv da û hewldana êrişê têk bir.
Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.”