Nûnerên Saziyên Şengalê: Avakirina pergala Rêveberiya Xweser li dijî qirkirinê bersivek bû

Civaka Êzidî û gelên Şengalê ev 9 sal in li dijî ferman û hemû cûre êrişan pişta xwe dane hêza xwe ya cewherî.
Têkîldarî vê yekê nûnerên saziyên Şengalê li ser pêvajoya avakirina pergala Rêveberiya Xweser nêrînên xwe anîn ziman

Endama TAJÊ Nafiya Mêşo têkîldarî avakirina pergala Rêveberiya Xweser nêrînên xwe anî ziman û got:

“Piştî fermanê di demeke kurt de Meclîsa Gel hate avakirin, ew meclis bû bersiva dijmin.”

Nafiya Mêşo da zanîn ku ger careke din fermanek bi ser civaka Êzidî de were, êdî hêza wan a xweparastinê heye û got:

“Em dizanin careke din ferman were serê me, zarokên me ji pişt me baznadin, em ji zarokên xwe piştrast in.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê Şêx Celal jî destnîşan kir ku avakirina sazî û dezgehên cewherî bersiva civaka Êzidî ya li dijî fermanê bû û wiha got:

“Bi pêşengiya Mam Zekî û Seîd Hesen bi kedeke mezin û berdêlên giran roj bi roj ev rêxistin hatiye avakirin”

Back to top button