Artêşa Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.
Di encamê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.
Li gor ajansa Hawarê ragihand ku di saetên sibehê de artêşa Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya di navbera gundên Hiwêcê û Tîba yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê de topbaran kir.
Di encama topbaranê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.