Li gundê Hesen Axa yê Minbicê erebeyek hat armanckirin

Dewleta Tirk a dagirker carake din li Minbicê bi balafirên bi çek ê bêmov ve erebeyên welatiyan bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de welatiyek birîndar bû.
Li Minbicê di erbeyeke de teqîn çêbû.
Li gor agahiyên destpêkê welatiyek birîndar bûye-

Dewleta Tirk a dagirker beriya nîv saetê li gundê Hesen Axa yê li ser rêya Ebû Qelqel ku dikeve başûrê Minbicê bi balafirên bi çek ê bê bmor erebeyek kir armanc.

Li gor Meclisa Leşkerî ya Minbicê welatiyê bi navê Ehmed Casimê 45 salî birîndar bûye.

Welatiyê bi navê Ehmed Casim birîndar bûye

Welatiyê birîndar ji aliyê şêniyên heremê ve rakirine nexweşxanê.

Wekî ku hûn di dîmenan de jî dibînin ew cihê ku hatine armanc kirin cihê mûşekên balafirên dagirkeriya tirkin.

Di 9’ê Tîrmehê de jî li Çarxerêya Sebi Behrat a bajarê Minbicê di erebeyekî de teqînekê rû dabû.

Derket holê ku di wê seyarê de mayîn hatibû bicih kirin.

Back to top button