Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hate tehliyekirin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di danişîna ewil a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin de hate tehliyekirin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin.

Doza li dijî Bayindir ku ji ber tev li 14 çalakiyan bûye û heta 15 salan ceza jê re tê xwestin li 8’emîn Dadgeha Amedê hate li darxistin.

Bayindir: Doz, nêrîna li dijî pîrsgirêka Kurd dide nîşandan

Bayindir ê li dijî sûcdariyan parastin kir, anî ziman ku doza di encama vê operasyonê de hate vekirin bêhiqûqî ye.

Bayindir, destnîşan kir ku lêpirsîna li dijî hiqûqê hatiye vekirin, nêrîna li dijî pirsgirêka kurd dide nîşandan û got:

Têkoşîna ku siyaseta kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dide li gorî hiqûqê ye

Dozger xwest girtina wî dewam bike

Piştî parastina Bayindir dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest girtina Bayindir dewam bike.

Parêzerên Bayindir jî ku li dijî dozê bertek nîşandan xwestin ku muwekîlê wî were berdan.

Dadgehê piştî parastinan biryara tehliyekirina Bayindir da

Dadgehê piştî parastinan navbereke kurt da û biryara tehliyekirina Bayindir da.

Back to top button