Hovîtiya dewleta Tirk: Bi derba kuştinê li zarok dan û ew avêtin çalê

Li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî ji aliyê polîsan ve hate êşkencekirin. Polîsên ku li zarokî ferzkirin bêje tirk e, piştî îşkence lê kirin bi awayekî dev, dest û lingên wî girêdayî ew avêtin çem. Zarok niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û xetereya ku çavê xwe yê rastê winda bike heye.

Li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. yê 14 salî ji aliyê polîsan ve hate êşkencekirin.

Y.D duh bi şev dema bi hevalê xwe yê 10 salî vedigere malê ji aliyê polîsan tê sekinandin û dû re wî direvînin.

Zarokê 14 salî Y.D ku têkildarî bûyerê axivî, da zanîn, çar polîsan ew îşkence kiriye wiha got:

“Ez birim cihekî tena. Gotin ‘bêje ku ez tirk im.’

Bi qontaxa çekê li min xistin, pişt re jî dest û lingên min girêdan. Dû re jî ez avêtim çalekê.”

“Bêje Tirk im û xebera bêje Kurdan”

Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, tiştên bi serê Y.D. hatin wiha vegotin:

“Zarok li navenda navçeya Licê dijî.

Dema êvarî bi hevalekî xwe re vedigere malê polîs wî disekinînin.

Hevalê wî yê 10 salî berdidin û wî dibin cihekî tena. Bi qontaxa çekan lê didin.

Hem li zarokî dixin hem jî her tim jê dixwazin ku bêje ‘ez tirk im, xebera bêje kurdan’.

Piştî ku zarok van nake jê dixwazin Sirûda Îstîklalê ji ber bike.

Jê re dibêjin heke tu ji ber nekî ‘Em ê werin te bikujin’.

Pişt re diavêjin nav çirava kêleka çem ê di nav navçeyê re derbas dibe.

Bi awayekî dev, dest û lingên wî girêdayî li wir dihêlin.

“Xetereya ku çavê xwe yê rastê winda bike heye”

Gundiyekî ku li sewalên xwe yên li govê dinêrî li ser dengên bihîstî pê dihese û dibe nexweşxaneyê.

Zarok niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û xetereya ku çavê xwe yê rastê winda bike heye.

Ji çavê wî her tim xwîn jê tê û nikare veke.

Back to top button